Here naverokê

Pêlîstokên seksê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pêleyîstokên seksî yên rengorengo yên modern ku ji sîlîkon hatine çêkirin.

Pêlîstokên seksî ji van aletan re tê gotin, yên ku di çarçoveya pratîkên seksî de ji bo harkirina rih û bedenê mirov têne bikaranîn.

Çend pêlîstokên seksî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Vîbrator û pêlîstokên din ên seksî bi gelemperî ji bo harkirina rih û bedenê têne bikaranîn. Vîbratorên ku ji bo armancên pratîkên seksî jî bi pirranî bi şeklê penîsan hatine çêkirin.

Pêlîstokên vajînayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pêlîstokên ku meriv dikute vajînayê re dîldo (xirê plastîk/sîlîkon) tê gotin. Li gorî armanca bikaranînê ew dîldo xwediyê taybetiyên cuda ye.

Pêlîstokên penîsê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji bo mêran aletên qulikî hene yên ku bi şeklê qulikên bedenê hatine çêkirin da ku mêr xwe pê bikişîne, pê masturbasyonê bike û xwe vala bike.

Pêlîstokên anusê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dîldo, ango penîsên lastîkî/sîlîkon ên ku ji bo kutandina anusê tên bikaranîn, ji yên vajînal kintirin û ji bo ku bi tevahî neketiv hindurê meriv binê wan firehtir e.

Herwiha, pêlîstokên ku ji bendên morikan pêk tên jî hene û ew jî dixin hindurê anusê û hêdî-hêdî jê kaş dikin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]