Here naverokê

Nightwish

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nightwish
  • Koma muzîkî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Logoya Nightwish
Welat
Dema avabûnê
  • tîrmeh 1996 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê damezrandinê
  • Kitee Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ŞêweSymphonic metal û power metal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Xelat
  • ECHO Pop
  • MTV Europe Music Award for Best Finnish Act
  • Finnish Music Hall of Fame
  • Emma Award for Best Band of the Year
  • Muuvi Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pêk tê ji
  • Tuomas Holopainen (muzîkvana/ê keybordê, piyanîst, muzîkvana/ê sîntesîzerê, 1996–)
  • Emppu Vuorinen (lead guitarist, 1996–)
  • Troy Donockley (2013–)
  • Floor Jansen (lead vocalist, 2013–)
  • Kai Hahto (drummer, 2014–)
  • Jukka Koskinen (bassist, 2022–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Nightwish (bixwîne wek: Naytwîş, bi kurdî: niyaza şevê) komeke fînlendî ya senfonîk metal e.

Koma ku ji aliyê keyboarder Tuomas Holopainen ve hatiye damezirandin yek ji komên metalê yên herî serkeftî yên Fînlendayê ye. Digel solîsta kevin Tarja Turunen bandora komê ji bo pêşketin û belawbûna stîla Senfonîk Metal gelek mezin bû. Muzîka Nightwish tesîra xwe ji stîla 'film music' (muzîka ji bo çêkirina atmosferên fîlman) girtiye. Di sala 2005'an de kom ji solîsta xwe Turunen veqetiya û di gulana 2007'an de Anette Olzon'ê wek solîsta nu hilbijart.

Di dawiya meha îlonê ya heman salê de yekem albûma kome ya digel Olzon ya bi navê 'Dark Passion Play' derket piyasê.

Kom digel tevlîbûna Anette serkeftineke bêhempa bidestxist, her çiqas dengê Tarja Turunen êdî di muzîka komê de tinebe jî. Album ewqas serketî bû ku di roja xwe ya weşanê de li Fînlendayê statuya Platîn stand û li gelek welatên din ên ewropî (yên wek Almanya) derbasî raya yekem a 'album charts'.

Komê ji îlona 2007'an heta îlona 2009'an de tûra cîhanê kir[1]. Nightwish û Anette Olzon di çarçoveya tûra cîhanê ya salên 12/13 di cotmeha 2013'an de ji hev veqetiyan. Heta dawiya 2010'an de qasi heft mîlyon kaset û CD yên komê hatin firotin û kom li ser dikên 40 welatên cîhanê muzîka xwe pêşkêş kir[2].

Endamên Nightwish[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tuomas Holopainen (1996–ana)
  • Erno ”Emppu” Vuorinen (1996–ana)
  • Jukka Nevalainen (1997–ana)
  • Marco Hietala (2002–ana)
  • Floor Jansen (2013–ana)
  • Troy Donockley (2013–ana)

Endamên berê:

  • Anette Olzon (2007–2012)
  • Tarja Turunen (1996–2005)
  • Sami Vänskä (1998–2001)

Albûmên Nightwish[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Nightwish Tourdates Girêdana arşîvê 2014-07-26 li ser Wayback Machine, dîtin: 22'ê cotmehê 2013'an
  2. ^ "Spinefarm". Spinefarm.fi. http://www.spinefarm.fi/showband.php?id=1 Girêdana arşîvê 2011-05-27 li ser Wayback Machine. dîtin: 22'ê cotmehê 2013'an