Here naverokê

Lêdan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Lêdana daholekê

Lêdan (ing. beat) dema ku em bi lêdanên destan an jî yên piyan beşdarî stranekê dibin, em lêdanên wê stranên didin. Lêdan; yekeyên dubarekirî û bipergal in ku muzîkê li demên wekhev dabeş dikin. Lêdan di hin muzîkan de (muzîka rock, sirûd) gelekî xurt in û bi hêsanî têne hîskirin. Lê di hin muzîkan de jî (hin mînakên muzîka klasîk a rojavayî ya hemdemî) nediyar in.