Here naverokê

Gêxî

Navçeya Gêxiyê
Navçeya Gêxiyê li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Navçeya Gêxiyê
Navçeya Gêxiyê
Koordînat: 39°18′36″Bk 40°20′56″Rh / 39.31000°Bk 40.34889°Rh / 39.31000; 40.34889
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehBîngol (parêzgeh)
SerbajarGêxî
Îdarî
 • QeymeqamBülent Tekbıyıkoğlu
Hejmara bajarokan1 bajarok
Hejmara gundan28 gund
Qada rûerdê
 • Giştî438 km2 (169 sq mi)
Bilindahî
1.510 m (4950 ft)
Nifûs
 (2008)
5.672[1]
 • Berbelavî13/km2 (30/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
3.913
Koda postayê
12800
Koda telefonê(+90) 426
Map
biguhêreBelge

Gêxî,[çavkanî hewce ye] anku Gêẍî (1928: كیغی[2] (Kîẍî), bi tirkî: Kiğı), yek ji navçeyên Çewlîgê ye. Navê wê ji dema Daramedan tê. Di dema medan de jê re gotine Keyaxa (ango "keyê keyan"). Di qeydên dîrokî de wekî Keyaxan, Kîxan, Kîxa û Kîga derbas dibe. Rûber 438 km², bilindahî ji rûyê avê 1.430 m ye. 145km ji Çewlîgê dûr e. Gorî hejmartinên sala 2000î hejmara navendê 4.652 û bi giştî jî 6.757 e. 28 gund û 64 mezreyê navçeyê hene. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Di sala 1663î bi Amedê ve, sala 1839î de bi Erzeromê ve, sala 1881î bi Bedlîsê ve, 1926 Erzingan û sala 1936î de bi Çewlîgê ve hatiye girêdan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2008
  2. ^ Son Teşkilat-ı Mülkiyede Köylerimizin Adları. İstanbul: Hilal Matbaası, T. C. Dahiliye Vekaleti Nüfus Müdiriyet-i Umumiyesi Neşriyatından. 1928.