Here naverokê

Şêx Hesenan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Şêxhesenan hat beralîkirin)
Ji bo maneyên din li Şêx Hesen (cudakirin) binêre.

Şêxhesenan navekî eşîrî yê li Kurdistanê. Bi vî navî li gelekî herêmên Kurdistanê eşîr û ezbet hene. Li Bedlîsê eşîra Şêxhesenan misilmanên sunî û li Dêrsimê jî yên elewî ne. Şêxhesenî yek ji sê êlên mezin ên talî yên Dêrsimê ye. Ew li rojhilata Dêrsimê, li Pulurê, Melkişê û Xozatê dimînin.

Gorê Nûrî Dêrsimî ew navê xwe mîrekî kurd ê ji xanedana mîrên Çemîşgezekê Mîr Şex Hesen girtîyê. Tê gotin ku çar hev kurên Mer Şêx Hesen hebûne, ev bûnê bavkalê êşîrên Şêxhesenan Ebas, Ferhad, Qerebal, Qirgan. Eşîrên/Qebîlên Şêxhesenan li Dêrsimê ev in: Ebasan (eşîra Seyîd Riza), Ferhadan, Qerebelan û Qirxan.

Li Sêwas û Gumuşxaneyê eşîreke akincî bi vî navî heye.