Vîtalî Gînzburg
![](http://chped.net/https/upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/3/30/%D0%92%D0%B8%D1%82%D0%B0%D0%BB%D0%B8%D0%B9_%D0%9B%D0%B0%D0%B7%D0%B0%D1%80%D0%B5%D0%B2%D0%B8%D1%87_%D0%93%D0%B8%D0%BD%D0%B7%D0%B1%D1%83%D1%80%D0%B3.jpg/220px-%D0%92%D0%B8%D1%82%D0%B0%D0%BB%D0%B8%D0%B9_%D0%9B%D0%B0%D0%B7%D0%B0%D1%80%D0%B5%D0%B2%D0%B8%D1%87_%D0%93%D0%B8%D0%BD%D0%B7%D0%B1%D1%83%D1%80%D0%B3.jpg)
Vîtalî Lazarevîç Gînzburg (bi rûsî: Виталий Лазаревич Гинзбург, Vitaly Lazarevich Ginzburg; 4'ê kewçêrê 1916'an de li Moskowê - 8'ê sermawezê 2009) hatiye dinê û fîzîknasekî navdar ê Rûs e. Sala 2003'î bi tevî Aleksey Abrîkosov û Anthony James Leggett Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Di malbateke cihû de hatiye jiyanê. Sala 1938'î zanîngeha dûgelê ya Moskowê, beşa fîzîkê bi dawî dike. Ji bo mafên cihûyên YKSS têdikoşe û herçendî endamê partiya kommûnîst û bi xwe kesekî ateîst e jî, serê wî bi sazûmaniyê re dikeve belayê. Jina wî ji aliyê KGByê ve tê şopandin û direve derveyî welêt.
Gînzburg, di çêkirina hin çekan de cihdigire. Di çêkirina bombeya oksîjenê de xwedî roleke mezin e. Piştî mirina Stalîn jiyana wî ya malbatî baş dibe û bi giranî xwe dide xebatên xwe. Jina wî jî ji sirgûnê vedigere.
Xebat û girîngiya wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yek ji pisporên fîzîka materyalên sûper-ragihandêr e.
Xelat û paye[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Xelata Stalîn (1953)
- Xelata Lenîn (1966)
- Xelata zêrîn a Royal Astronomical Society (1991)
- Wolf-Prize für Physik (1994/1995)
- Lomonossow-Goldmedaille (1995)
- Xelata Humboldt (2001)
- Xelata Nobel a fîzîkê (2003)